Parlamenterê CHPê: Em ê çekan bi PKKê bidin berdan

Parlamenterê CHPê: Em ê çekan bi PKKê bidin berdan

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu diyar dike ku ew ê çekan bi PKKê bidin berdan.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê û namzetê parlamenteriyê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu di bernameyeke televîzyonî de ragihand, ew ê vê pirsgirêkê bi rêya parlamentoyê çareser bikin.

Sezgîn Tanrikulu diyar kir: “Êdî çek dê tune be, tundî tune be, teror tune be. Em ê bi diyalogê çareser bikin.”

Tanrikulu destnîşan kir ku ew ê hemû partiyên li parlamentoyê bikin hevbeşên vê mijarê û got ku her kes dê bibîne ku Parlamentoya Tirkiyê cihê çareseriyê ye.

Herwiha got: “Di jiyana Tirkiye û Kurdan de dê çek û tundî tune be.”

Pustên heman beş