8 roje 2 hemwelatiyên Şêladizê li çiyayekî navçeyê bêserûşûn bûne

8 roje 2 hemwelatiyên Şêladizê li çiyayekî navçeyê bêserûşûn bûne

Hat zanîn ev 8 rojin du hemwelatiyên xelkê Şêladizê, piştî ku xwestin biçin çiyayekî navçeyê bêserûşûn bûne.

Li gor zanyariyan ev 8 roje 2 hemwelatiyên ku yek ji wan xelkê gundê Sîte ye û yê din jî xelkê gundê Şaca ya ser bi devera Rêkan in û rûniştvanên Sîrye ya ser bi nahyeya Şêladizê ne û 8 roj berî naha çûne çiyayekî navçeyê û heta naha çarenivîsa wan nediyare û bêserûşûn bûne.

Hêjayî gotinêye ku çiyayên navçeya Şêladizê û sînorê wê nahyeyê ji ber hebûna binkeyên PKKê rojane ji aliyê balefirên Tirkiyê ve tên bombebaran kirin û heta naha diyar nîne ew du kese jiyan dikin an na, yan bûne qurbaniyê şerê navbera PKKê û Tirkiyê.

Pustên heman beş