Serokê Herêma Kurdistanê û Papayê Vatîkanê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Papayê Vatîkanê, Papa Francis civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hevdîtina xwe ya ligel Papa Francis de tweetek belav kir û got: “Ez şanaz im ku îro li gel Papa Francis civiyam û kêfxweş im ku ez wî di tendirustiyeke baş de dibînim.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir jî, Papa Francis di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamiya aramî û biratiya di navbera pêkhatên Iraqê de kir û tekezî li ser berdewamiya bihêzkirina aştî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Pustên heman beş