PAK û TDK-TEVGER di hilbijartinan de piştgiriya HAK-PARê dikin

PAK û TDK-TEVGER di hilbijartinan de piştgiriya HAK-PARê dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) derbarê hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê û Serokomartiyê de deklarasyonek belav kirin.

PAK û TDK-TEVGER di deklarasyona xwe de diyar dikin: “Em ê bi tu partiyan re tifaqa hilbijartinê nekin, lê em ê dengên xwe bidin HAK-PARê. Em wek TDK-TEVGER û PAK  bi awakî fermî  nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û di vê wexta teng da alternatîfa namzedên serbixwe jî ne di rojevê de ye. Emê bi tu partiyan ra jî  nekevin nav tu hevkarî yan jî tifaqên hilbijartinan.”

Deklarasyona PAK û TDK-TEVGERê wiha ye:

Deklarasyona PAKê û TDK-TEVGERê Di Derbarê Hilbijartinên Parlamento û Serokkomariya Dewleta Tirkiyeyê!

Di 14ê Gulana 2023yê de,li Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê, dê hilbijartinên parlamento û serokkomariya Dewleta Tirkiyeyê bê li darxistin.

Hilbijartinên 14ê Gulanê, di demeke ku hîna birînên erdheja 6ê sibata 2023yê nehatine kewandin, têne li dar xistin.Dewleta Tirkiyeyê di vê erdhejê de, bi hemû dem û dezgehên xwe ve, di binê kavilên erdhejê de maye. Encamên erdheja 6ê sibatê, di eslê xwe deberhem û nîşana hişmendî û sîstema pûç ya Dewleta Tirkiyeyê ye; qetlîameke ku failê wê desthilatdariya Hikûmeta AK Partiyê û hemû dezgehên Dewleta Tirkiyeyê ye.Lê belê, Serokkomarê Tirkiyeyê, desthilatdariya Hikûmeta AK Partiyê û dezgehên bingehîn ên Dewleta Tirkiyeyê weke ku tu tiştek nebûbe, weke ku tu berpirsyariya wan di vê qetlîama erdhejê da tunebe,tevdigerin.

Du sebebên esasî hene ku ev desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê bi vî rengî bê tirs û bê xem tevbigere. Sebeba yekem ewe ku li Tirkiyeyê di nava gelê Tirk de hêzeke xurt, girseyî û bi rêxistinî tuneye ku bikaribe li mafên xwe xwedî derkeve; daxwaza azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û jiyaneke mirovane bike. Sebeba duyem jî hejariya rêxistinî ya li ser xetek neteweyî, demokratîk û kurdistanî û bêtifaqiya kurdan e. Mixabin li Bakurê Kurdistanê, teva hemû bedelên giran yên hatine dayin jî tevgera rizgarîxwaziya neteweyî û demokratîk ji yekgirtinek siyasî û rêxistinî û hevkariyek neteweyî û kurdistanî bêpare; heta li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd û kurdistaniyan dahî ne xwediyê hevkarî, yekitî û bereyek berfirehe.

Ev herdu sebebên bingehîn, li gel konjonktura siyasî, aborî ya Rojhilata Navîn û cîhanê, keys û derfetê dide rayedarên Dewleta Tirkiyeyê ku di warê vê karesata mezin ya erdhejê, qeyrana aborî, mafên mirovî, azadî, demokrasî û edaletê de û herweha di warê mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk û kulturî de ewqas bê xem be; xwe nede ber tu guherandin û çareseriya van pirs û pirsgirêkan.

Ev bêrêxistinbûn û li mafên xwe xwedînederketina gelê Tirk û bêtifaqiya kurdan, weha dike ku partiyên mixalefetê yên Dewleta Tirkyeyê jî bi awakî bêminetî tevbigerin. Ew jî behsa mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk, kulturî û heta mafên perwerdeya bi zimanê kurdî nakin.

Bi kurtayî îro li Turkiyeyê, hem desthilatdariya AKPyê û hem jî muxalefeta heye, ji bernameyek ku mafên bingehîn yên gelên Tirkiyeyê û nemaze mafên miletê Kurd û pêkhateyan li gor pîvanên hiqûqa gerdûnî û mafên mirov diparêze, bêpar in.

Tifaqa Cimhûr jî, Tifaqa Milet jî hebûna miletê Kurd û mafê miletê Kurd yên ji miletbûnê tê, nexistine bernameyên xwe!

Rewşa desthilatdariya hukûmet û muxalefetê diyar dike ku piştî 14ê Gulanê jî, ji bo miletê Kurd û pêkhateyan, tu guherînên bingehîn pêk neyên. Hukûmet, serokkomarî û muxalefeta heye, hebûn û berdewamiya dewleta Tirk ya li ser bingehê dagirkerî, nîjadperestî, înkar û asîmîlasyona miletê Kurd û pêkhateyan hatiye ava kirin, diparêzin.

Ew li ser paradîgmaya “yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek zimanî“ û parastina vê struktur û sîstema dewleta Tirk misoger in. Ew ji guherînên bingehîn re ne amade ne. Desthilatdarî, hukûmet û muxalefet jî, di warêneguherandina her çar xalên Qanûna Bingehîn yên neguherbar de,ku hebûna miletê Kurd, zimanê kurdî, hemû mafên neteweyî, demokratîk û kolektîf yên miletê Kurd û kurdistaniyan qedexe dikin, xwedî eynîraman û helwestê ne.

Tifaqa Milet jî û Tifaqa Cimhûr jî di deklerasyonên xwe yên hilbijartinan de, mafê miletê Kurd yên herî xwezayî yên weke nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê bi nasnameya xwe rêxistiniyê, behs nekirine û neanîne zimên. Teva ku Tifaqa Milet dibêje ‘’emê pirsa Kurd li parlamentoyê çareser bikin’’ jîbêyî çend gotinên glover, ji bo pênasekirin û çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, heta niha tu bername pêşkêş nekirine.Bêgûman, hinek gavên ku Tifaqa Milet dixwaze bavêje, hata radeyekê belkî bikaribe vê zexta li ser civatê heye, hinekî kêm bike. Lê, bernameya wan ya di derbarê azadî û demokrasiya li Tirkiyeyê jî, bi gelek qeyd û şerdan ve hatiye girêdan û ev jî rê li ber pîvanên gerdûnî yên azadî û demokrasiyê digre.

Bi van bername û helwestên xwe diyar dibe ku herdu tifaq jî di mijara çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de ne xwediyê cudahiyên bingehînin. Herdû îtifaq jîli ser parastin û berdewamiya siyaseta degirkerî û statukoparistina dewletê,hemfikir in.

Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çep ya Kesk jî di deklerasyonên xwe de dibêjin ku ‘’emê pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin’’.Lê mixabin wan jî di deklarasyon û bernameya xwe ya hilbijartinê de, di derbarê pênasekirin û çareseriya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de û ji bo daxwazên acîl yên kurdan, ji xeynî çend gotinên gilover, tu tiştekî berbiçav dest nîşan nekirine;ew di vî warî re rewşê şolî dikin û siyasetek li ser esasê tirkiyeyîtî didin pêş.

Çareseriya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê

Pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsek neteweyî û niştîmaniye. Di esasê xwe de; pirsa mafê çarenûsiya miletê Kurd e, pirsa azadiyê,  avakirina desthilatdarî û civateke demokratîk û dadweriyê ye. Bêgûman di warê çarenûsa miletê Kurd û Kurdistanê de,biryara dawî ya gelên Kurdistanê ye. Ango; di şert û mercên azad de û bi îradeya xwe ya azad, tenê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê dikarin li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin.

Di encamê de, ev pirs û pirsgirêk bi desthilata Dewleta Tirkiyeyê û nûnerên gelê Kurdistanê, bi çavdêriya dewletên cîhanê, bi guftûgo û muzakereyên herdu aliyan û li ser “Maseya Grover” dikare bê çareser kirin.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên miletê Kurd û kurdistaniyan, bi kîjan formên dewletê ango federal, konfederal ya jî serbixwe dibe bila bibe, em dê hewl bidin ku sazûman û sîstemeke demokratîk ya ku xwe bispêre prensîpû rêbazên azadî, wekhevî, parvekirina adîl ava bikin. Armanca me, divê avakirina sîstem û civatek demokratîk be ku hemû beşên civatê bi awakî, azad û bextewar tê de bijîn. Di vê sîstem û civata demokratîk de, armanca sereke hemû çîn, dîn, etnîk, mezheb, bawerî û zimanên cuda bi hevdû re di nav aştî, azadî, parvekirinek dadwerî û aramiyê de bijîn.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê da emê li gorî rêbazênkurdistanî û li gorî berjewendiyên gelê xwe helwestê bigrin

Di hilbijartinên 14ê gulana 2023yê de, li gel parastina mafê çarenûsiya miletê Kurd, ji bo rê li ber çareseriya pirsa Kurd û kurdistanê xweş bibe, divê em daxwazên acîl yên miletê Kurd derxînin pêş û têxin rojeva siyasî ya hilbijartinê.

Di van şert û mercên îro de, em daxwazên acîl yên miletê Kurd bi kurtayî weha pênase dikin: Divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî bi herdu zaravayên xwe kurmancî û zazakî bê qebûl kirin, zimanê kurdî jî li gel zimanê tirkî bibe zimanê  fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber partî, dezgeh  û rêxistinên bi navê Kurdistanê bêne ava kirin ji holê rabin. Divê navê gund, bajar û navçeyênkurdî yên ku hatine guherandin, weke navên berê bêne vegerandin. Divê azadiya ramanî û birêxistinbûyînê li gorî hiqûqa gerdûnî bêne bicîh anîn.Divê dewleta Tirkiyeyê şerdên wan peymanên navnetewî yên îmze kiriye, pêk bîne.

Divê van daxwazên acîl yên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û hemû qanûnên peywendîdar yên dewleta Tirkiyeyê de bêne bicîh kirin.Ji bo pêkanîna van daxwazên acîl, divê em xebatên cihêreng û berfireh yên hevbeş bimeşînin.

Divê em hewl bidin ku pêwendiyan bi partî, rêxistin û dezgehên sivîl yên Tirkiyeyê jî deynin ku em bikaribin di derheqê daxwazên acîl de piştgiriyek berfireh bigrin;herweha raya giştî ya Tirkiyeyê jî tê bigihêjin ku heta rê li ber çareseriya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê venebe, dê li Tirkiyeyê jî derfetênavakirina azadî û demokrasiyek rasteqînî neyên holê.

Em ê bi tu partiyan re tifaqa hilbijartinê nekin, lê em ê dengên xwe bidin HAK-PARê

Em wek TDK-TEVGER û PAK  biawakî fermî  nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û di vê wexta teng da alternatîfa namzedên serbixwe jî ne di rojevê de ye.

Emê bi tu partiyan ra jî  nekevin nav tu hevkarî yan jî tifaqên hilbijartinan.

Di nav partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin, wek bername û daxwazên ku di deklarasyona xwe ya hilbijartnê da nîşan dane, em HAK-PARê nêzî xwe dibînin.

Cihê mixabiniyê ye ku, HAK-PARê di van 8 salên dawîn de, ji xeynî çend îstîsneyan, xwe ji hevkarî û xebatên hevbeş yên bi partiyên kurdistanî re dûr xistiye. Pêşniyariya PAK û TDK-TEVGERê ya ku “em pêşî hevkariyek neteweyî, demokratîk û kurdistanî ava bikin; helwest û hevkariya hilbijartinê jî weke beşekî xebata vê hevkariya millî û demokratîk binirxînin”, HAK-PARê bê bersîv hiştiye. Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya  HAK-PARê ya 1ê nîsana 2023yê de, qetbehsa vê mijara ku bi partiyên Kurdistanî re avakirina îtifaqa hilbijartinê nehatiye kirin.

Ji  ber van sedemên esasî yên ku em li jorê diyar dikin, em dê bi HAK-PARê rejî tifaqek hilbijartinê pêk neînin.Lê belê Rêzdar Duzgun Kaplan Serokê Giştî yê HAK-PARê di 4ê nîsana 2023yê de ji PAKê û TDK-TEVGERê ra nameyek şand. Di vê nameyê de,rêzdar Duzgun Kaplan diyar dike ku “hema piştî hilbijartinan ji boavakirina hevkariyeke milî û demokratîk HAK PAR ji bo hevdîtinan amadeyeû di vî warî de çi bikeve ser milên wanwê bi cih bînin”. Em weke PAK û TDK-TEVGERê vê nameyê weke helwest û hewldanek erênî dinirxînin; herweha ji bo ku HAK-PAR partiyek kurdî ye û ji bo ku em program û daxwazênwê yên siyasî di nav xeta neteweyî û kurdistanî dibînin;em dê di hilbijartina parlamentoyê ya 14ê gulana 2023yê de dengên xwe bidin HAK-PARê.Em hêvîdar in kuew beyan û helwesta Rêzdar Duzgun Kaplan ya li jor û vê piştgiriya me ya ji bo HAK-PARê, dê piştî hilbijartinan bibe zemîn û destpêka hevkariyeke milî û demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê.

Di hilbijartinên serokkomariyê de jî em dê li gorî menfeet û daxwazên meşrû yên acîl ên  miletê Kurd helwestê bigrin û tevbigerin. Kîjan namzed li pêşberî raya giştî bi awayekî zelal û şefaf teahudê bide ku ew dê daxwazên acîl yên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din ên peywendîdar yên Dewleta Tirkiyeyê de bicîh bike, em dê piştgiriya wî bikin.

Tecrubeyên heta îro nîşan dane ku heta Kurd nebin xwediyê tifaqek neteweyî, weke aliyekî tevnegerin û bi hevbeşî li daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk xwedî dernekevin, bi yek helwestê hêza xwe nîşan nedin, em dê nikaribin tu mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî bidest bixin û destkeftinên xwe biparêzin, Em dê nikaribin tesîrê li ser helwesta van tifaqan û partiyan bikin.Em dê nikaribin tesîrê li ser guhertinên Qanûna Bingehîn bikin û em dê nikaribin siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û asîmîlasyonî yadi derbarê miletê Kurdû kurdistaniyan de, biguherînin.

Loma jî li Bakurê Kurdistanê divê ji aliyekî ve ji bo avakirina hevkarî, tifaqek, bereyeke mayende, stratejîk û kurdistanî xebat bê meşandin; ji aliyekî ve jî divê em hewl bidin ku li ser  daxwazên acîl yên miletê Kurd, hêza hemû pêkhateyên Kurdistanê û gelê me yê li bajarên metropolên Tirkiyeyê dijînbikin yek. Ji bo rê li ber çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, ji bo ji îro ve em wek gelên Kurdistanê û kurdên li bajarên metropolên Tirkiyeyê dijîn, mafên xwe yên acîl bidest bixin,divê em weke terefekî tevbigerin.

Yekitî, hevkarî û hevrêziya partî, rêxistin, tevgerên kurd û kurdistaniyan navnîşana çareseriya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê ye!

13.04.2023

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

Pustên heman beş