Demîrtaş: Ji bo ku PKKe li Tirkiyê dest ji çekan berde, çi ji destê me bê em ê bikin

Demîrtaş: Ji bo ku PKKe li Tirkiyê dest ji çekan berde, çi ji destê me bê em ê bikin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ragihand: “Ji bo ku PKKe li Tirkiyê dest ji çekan berde, çi ji destê me bê em ê bikin.”

Selahattin Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê çekberdana PKKê de daxuyaniyek da.

Demîrtaş diyar kir: “Em soz didin gelê xwe, em ê bi hemû hêza xwe bikin ku piştî rejîma Erdogan a bi pevçûnan xwe bihêz dike, ji bo ku PKKe li Tirkiyê dest ji çekan berde, çi ji destê me bê em ê bikin û em ê tekez bi ser bikevin.”

Herwiha destnîşan kir: “Em ê tekez pirsgirêkên xwe li parlamentoyê, di çarçoveya hiqûqê de çareser bikin û aştiyeke mezin a civakî pêk bînin.”

Pustên heman beş