PKKê amarên şer yên salekê eşkere kirin

pkk-turk-pkk-vs-turkey

PKKê amara şer ya salekê eşkere kir û li gorî wê, nêzê 3 hezar leşkerên Tirk hatine kuştin, wate her roj 10 leşker hatine kuştin û bê navbir!.

Fermandarya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPGê ragihand ku di çalakiyên salekê yên Gerîlayan de ango ji 14 Nîsana 2022an, tenê li Başûrê Kurdistanê, 2833 leşkerên Tirk hatine kuştin û her wiha 387 ji hatine birîndar kirin.

Destnîşan kir, li himberî vê ji 14 nîsana sala rabûrî ve, 259 Gerîla jiyana xwe ji dest da ne.

Wezîrê bergirîya Tirkiyê Hulusî Akar di daxuyaniya xwe ya têkildarî amara sala 2022ê de diyar kirbû ku 3 hezar û 982 endamên HPGê hatine kuştin.

Her yêk ji dewleta Tirk û rêxistina PKKê her li navbera çend rojan amarên şer parvedikn, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî medyayî li dijî hev di meşînin.

Pustên heman beş