Di nêvbera PKK’ê û Malbateke Pişderî de alozî derket

Di nêvbera PKK’ê û Malbateke Pişderî de alozî derket

Di nêvbera asayîşa PKK’ê û Malbateke diyar a li gundekî ser bi Pişderê nakokî derketine û gihaye astekî çek li hevdu rakirine.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, li roja 27/2/2023an, berpirsê asayîşa PKK’ê li gundên ser bi bajarokê Jarawe û derdorên wê li Pişderê yê bi navê heval “Mezlûm”, bi çekê nîşaneşikênan gulle berdane yek ji xwediyên ajalan li wê deverê ku nişteciyê gundê Maredû yê ser bi bajarokê Jaraweyê Pişderê ye û bi vê sedemê alozî derketine.

Çavkaniyên “Darka Mazî” her weha eşkere kirin, ti zirar û zîyanek canî çênebûye, lê belê piştî vê bûyerê ev mijar bûye pirsgirêkek cidî di nêvbera malbata kesê teqe lê hatiye kirin û asaiyşa PKK’ê de.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, berpirsê asaiyşa PKK’ê li wê herêmê çendîn caran daxwaza baca ajalan ji vî wilatiyê başûrê kurdistanê kiriye û ew razî nebûye bacê bi PKK’ê bide, loma piştî ev berpirsê PKK’ê tê bê hêvî kirin ji stendina bacê, piştî demekî ji boy tirsandina xwediyê ajalan ew hatiye gullebarankirin, malbata wî jî daxwaza cezakirina berpirsê asayîşê dikin, lê belê heya niha PKK’e bêdeng maye û ev berpirsê xwe ceza nekiriye û wî diparêze.

Ev ne yekem care bûyerên bi vî awa li sînorê Pişderê rû didin, pêş niha jî li roja 24/6/2021 ji ber ku çekdarên PKK’ê bi awayekî ne qanûnî daxwaza bac û gomirka ajalan ji yek ji şêniyên gundê Şênê yê ser bi Pişderê kirbû û wî jî red kirbû bacê bi PKK’ê bide şer derketbû, PKK’ê wilatiyê bi navê “Feqê Hemed Îsmaîl” şêniyê gundî Zellê yê ser be nahiyeya Hellşo gullebaran kirbû û bi giranî brîndar kiribû.

Pustên heman beş