Demirtaş: Ti garantî nîne ku Erdogan bi ser nekeve

Demirtaş: Ti garantî nîne ku Erdogan bi ser nekeve

Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demirtaş got, ti cudahî di navbera dengdayîna bi Muharrem Înce û dengdayîna bi Recep Tayyîp Erdogan de nîne û ger hilbijartin derbasî gera duyemîn bibe, ti garantî nîne ku Erdogan bi ser nekeve.

Hevserokê berê yê girtî yê HDPê Selahattin Demirtaş ji CNN re derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de axivî û got, eger dengder guh bidin sindoqan, bi awayekî aktîf beşdarî proseya dengdanê bibin, hilbijartina serokomariyê dê di gera yekem de bê diyarkirin.

Demirtaş got, dengderên ku dixwazin hilbijartina serokomariyê biçe gera duyem, divê rasterast dengê xwe bidin Erdogan, ji ber ku li gorî hevkêşeya siyasî ya niha li Tirkiyê, ti cudahî di navbera dengdayîna bi Muharrem Înce û dengdayîna bi Recep Teyip Erdogan de nîne.

Demîrtaş got, ger di gera yekem de dengên pêwîst bi dest xwe nexin, ti garantî nîne ku Erdogan bi ser nekeve.

Derbarê rexneyên ku HDPê namzedê serokomariyê destnîşan nekiriye de jî Demîrtaş got: “Kabûsa herî xerab a Erdogan ew e ku partiya me namzedê xwe destnîşan nekiriye. Niha jî bi rêya me hewl dide birêz Kiliçdaroglu bêzar bike, ji ber ku ev yek bûye. Di hilbijartinên herêmî de jî heman taktîk sepand û paşve çû. Ji ber ku êdî gel bi derew û buxteyan nayê xapandin.”

Her wiha got: “Eger Erdogan bawer bû ku HDP û Kurd dikarin dengan bi dest bixin, dê li ber Navenda Giştî ya HDP’ê kon veda û li wir raza.”

Pustên heman beş