Nêzîk Hewlêrê dronek ket xwarê

Nêzîk Hewlêrê dronek ket xwarê

Li nêzîkî hêzên Pêşmerge yên li Zûrgezirav a li sînorê parêzgeha Hewlêrê droneke nenas ket xwarê.

Îro 17.04.2023yê çavkaniyekî di nav Hêzên Pêşmerge yên li sînorê Zûrgezirav a eniya ragehand: ‘’Şeva borî dronek li navçeya Zûrgezirav li ser esmanên navçeyê geriya ye û hêzên Pêşmerge jî çavdêriya wê kirin û her di wê demê de ketiye xwarê. ‘’

Herwaha got, me dûvçûn li ser wê dronê kiriye û ne ya Hêzên Hevpeyman e û ji aliyê hêzên Dijîteror a Kurdistanê ve hatiye rakirin û lêkolîn li ser destpê kiriye. Lê heta naha ronî nebûye ew dron a kîjan welatî ye.

Ketina wê dronê ti ziyanek canî û madî li dû xwe neaniye.

Pustên heman beş