36 sal bi ser terorkirina Şêxo Qehreman bi destê PKK’ê derbas bûn

Şêxo Qehreman

 Ji dema ku PKKê hatiye damezrandin, bi terorkirin û kuştinê navdar e.

Şêxo Qehreman yek ji qurbaniyên terorkirina wê partiyê ye.

Di 16ê meha Nîsana 2023yan wate duh, 36 sal li ser terorkirina wî re derbas bûn.

Şêxo Qehreman kurê Rojavayê Kurdistanê ye, di 16 Nîsana 1986an de bi destê çekdarên PKKê hatiye terorkirin û şehîd bûye.

PKKê di sala 1978an de hatiye damezrandin, bi xwe jî dan bi kuştin û tesfiyekirina 16 hezar endam û kadirên xwe kiriye.

Şêxo Qehreman kîye û çewa hat teror kirin?

Şêxmûs Yehiya Qehreman ji dayikbûyê sala (1962) yê gundê Tepikê li devera Dêrikê bû û ji malbatek cûtiyar sade bû û ji destipêka xurtaniya xwe de tevlî rêzên partiya Çepa Kurd li Sûriyê bû ya ku niha mîna beşkê ji Partiya Demokirata Kurdistan – Sûriya ye.

Sala (1985) PKKê gef li hevalên Paritya Çep li cihê ahiniga Newrozê ku nêzîkî gundê Tepikê ye û bi navê Girê sipî tê naskirin xwar , lê endamên Partiyên Kurdî man pêgirî cihê ahinigê û roja Newrozê hevalên Partiyên Kurdî çûn cihê ahinigê, lê hevalên PKKê neçûn cihê ahinigê û man ser gefa xwe û heta şeva 16ê gulanê sala (1986) hat, îdî giropek nenas çûn ser mala şehîd Şêxmos û bi pîlanekê ew ji mal derxistin û birin pişt mala birê wî û guleyek di rûyê wî de teqandin, Rêjîma Sûriyê xwestin tometê bixe sitûyê hevalên Partiya Çep û Tevgera kurdî bi xwe de , lê hevalên partiyê li dadgehê bi bilgeyan xwe rizgarkirin, û pişt re mîna dîdevanan li dadgehê amade bûn , lewma Rêjîma Sûriyê neçar bû 2 dadweran ji eslê 3 biguhere da ku tometê li dijî nenasan tomar bike û îdî doseya terorkirina wî li dijî nenasan hat qeyid kirin.

Pustên heman beş