Di ser radestkirina Mistefa Selîmî ji aliyê YNK’ê ve, 3 sal derbas bûn

mustafa-salim-info

Di ser darvekirina xebatkarê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî re 3 sal derbas bûn. Selîmî ji zîndana Seqez a Îranê reviya, hat Silêmaniyê, ji aliyê hêzên YNK’ê ve hat girtin û radestî dewleta Îranê hat kirin û piştî 5 rojan hat îdamkirin.

Di dema bûyerê de ji ber bertekên raya giştî, hêzên YNK’ê ragihandin ku ti zanyariyên wan derbarê bûyerê de nînin. Lê belgeyên piştre nîşan didin ku Selîmî ji aliyê YNK’ê ve hatiye radestkirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw bûyer deşîfre kir. Her wiha Rojnameger Alî Ciwanmerdî jî bi belgeyan radestkirina Selîmî piştrast kir. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, ku haya wan ji bûyerê nîne û Parlamentoyê jî şandeke xwe ava kir, lêkolîn kirin û raporta dawî belav kir.

Di raporê de çi hebû?

Rapor bi îmzeya Erşed Husên, Hîkmet Mihemed, Rizgar Îsa Siwar, Nizar Mela Ebidulxefar û Mihsîn Husên ên di komîsyonê de cih girtine hatiye amadekirin. Di raporê de tê gotin ku Mistefa Selîmî ligel 6 girtiyên ku ji girtîgehê reviyane, biryar daye derbasî Herêma Kurdistanê bibe, hinek ji wan derbasî Herêma Kurdistanê bûne û hinekan jî dev jê berda û got, “Mistefa Selîmî gihîştiye gundê SîyaGwûze yê Germekê. Navçeya Pêncwên a Başûrê Kurdistanê di 2/4/2020 an de ji kurê xwe re peyamek şandibû û gotibû ku gihîştiye wê derê”.

Di raporta komîsyonê de hûrgiliyên ku Mistefa Selîmî çûye mizgefta gundê SîyaGwûzê, şeva xwe li wir derbas kiriye û çend gundiyan ew dîtine, piştre kesekî ji gund ji ber metirsiya vîrusa Koronayê fermana giştî agahdar kiriye. Û piştre hêzên asayîşê hatin gund û Mistefa Selîmî birin.

Di raporê de her wiha agahî hatiye ku Mistefa Selîmî di hevdîtina bi malbata xwe re gotiye, ew derbasî Herêma Kurdistanê bûye û ji wir jî radestî Îranê hatiye kirin.

Mistefa Selîmî piştî ku hatiye radest kirin, li 11 Nîsana 2020ê li zîndana Seqzê cezayê darvekirina wî hatbû cîbicîkirin.

Pustên heman beş