​​​​​​​HSDê serkirdeyekî berê yê DAIŞê desteser kir

​​​​​​​HSDê serkirdeyekî berê yê DAIŞê desteser kir

Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîlk (HSD) di operasyoneke ewlehiyê de serkirdeyekî berê yê DAIŞê li gundewarê Dêrazorê desteser kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan ên taybet bi piştevaniya hêzên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî, di operasyonekê de serkirdeyekî berê yê DAIŞê li bajarokê Cedîd Bekare ê ser bi Dêrazorê ve desteser kir.

Diyar kir jî, ew serkirdeyê DAIŞê rola wî di veguhastina çek û ceblixaneyan, bombeyan û pereyan de ji şaneyên DAIŞê yên li Dêrazorê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û di plankirina êrişên şaneyan de hebû.

Her wiha HSDê tekez kir, xebatên wan bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî şaneyên DAIŞê û serkirdeyên wê ji bo parastina ewlehiya herêmê û xelkê wê, berdewam in.

Pustên heman beş