Partiya Karkeran nasnameya 3 ciwanên Kurd eşkere kir ku li meha adarê li Mêrdînê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û hatine kuştin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja duşemî 24/4/2023ê nasnameya 3 çekdarên xwe yek jê zarok eşkere kir ku li meha adara îsal 2023 ê li Mêrdînê ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê û hatine kuştin.
Ev sê ciwan weke bi hezara hevrêyên xwe rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştibû û paş derbasbûna 43 rojan ji nû ve îlan kir.
PKKe zarokên Kurdan di revîne û berê wan dide mirine û piştre tê û dibêje ew fedayên Apo û layîqî wî derketin!.