Tora ku nasnameyên saxte ji çekdarên PKK’ê re çêdikirin, hatine girtin

Tora ku nasnameyên saxte ji çekdarên PKK’ê re çêdikirin, hatine girtin

Hêzên ewlekariyê yên Îraqê, roja yekşemê, toreke pispor di sextekirina nasnameyên Îraqî de ji bo berjewendîya endamên PKK’ê girtin.

Wezareta navxwe ya Îraqê eşkere kir, toreke pispor ku karmendên rêveberiya nifûsa Şengalê ne, nasnameyên Îraqî yên saxte ji boy çekdar û kadroyên PKK’ê çêdikirin, hatine desteser kirin.

Li gorî berpirsên Îraqî ev tor ji 6 karmendên wezareta navxwe ya rêveberiya nifûsa bajarê Şengalê pêk tê û hemû alîgir û hevsozên PKK’ê ne.

Dest nîşan kir, wê torê soret û agahiyên êzdiyên ku mirine yan jî çûne dervey welat bikar di anîn û li cîhê suretên wan, suretên çekdarên PKK’ê li nasnameyan dixistin.

Tora ku hatiye desteser kirin, nasnameyên saxte çêdikirin, ji bo ku çekdarên PKK’ê bikarin bi wan nasnameyan di xalên pişkinînê û kontrolê yên ewlehiyê di navbera bajarên cuda de, derbas bibin.

Dadgeha duyemîn ya ewlekariya navxweyî ya Mûslê lêkolînê li ser wan kesên ku di wê dosiyeyê de hene, dike û heta niha çar jê hatine desteser kirin û ragihand, hinek ji wan reviyane herêmên HSD’ê li yên li Rojava Kurdistanê.

Pustên heman beş