Li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn û Êlihê 150 kes hatin binçavkirin

Li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn û Êlihê 150 kes hatin binçavkirin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li dijî hejmareke mezin ji siyasetmedar, parêzer û rojnamegerên Kurd dest bi operasyoneke berfireh kir û nêzikî 150 kesan li Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Êlihê binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro danê sibê avetina ser malên rojnamevanên ajansa Mezopotamyayê, rojnameya Xwebûnê û hejmareke mezin ji siyasetmedar û parêzer û nûnerên sendîqayan.

Li gor zanyariyan, heta niha nêzikî 150 kes hatine binçavkirin û tê çaverekirin ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ragihand, li Diyarbekir, Êlih, Mêrdîn, Riha û li gelek bajarên din, hejmarek mezin ji rojnamevan, hunermend û siyasetmedaran ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz got jî: “Em li hemberî operasyona siyasî ya ku di pêvajoya hilbijartinê de li dijî komeleya me û endamên me tê kirin, bêdeng namînin.”

Hat ragihandin jî, hevdîtina bi parêzeran re, ji bo 24 demjimêran hatiye astengkirin.

Pustên heman beş