Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li Qamişlo ragehand

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li Qamişlo ragehand

Rêxistina Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, bi operasyonekî ji berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê PKKê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji berpirsên Reqayê ”Mehmet Sari” bi operasyonekî li Qamişloyê hatiye kuştin.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ye û nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiyê û radigehîne, ”Mehmet Sari” yê ku nav PKKê de wek ”Baran Kurtay” tê naskirin, di sala 2014ê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û ji aliyê MÎTê ve hatiye çavdêrî kirin.

Li gor heman çavkaniyê ”Mehmet Sari” ji berpirsên PKKê yê Reqayê bûye û ji aliyê saziya îstixbarata Tirkiyê MÎTê ve bi operasyonekî taybet a li Qamişloyê ve bûye armanca êrîşê û jiyana xwe ji dest daye.

Herwaha hat ragehandin ew operasyon roja 14.04.2023yê ji aliyê tîmeke taybet a MÎTê ve bi awayekî veşartî pêkhatiye. Lê di derbarê çawaniya operasyonê de ti agahî nehatine dayîn.

Pustên heman beş