Tevgera “Ciwanên Şoreşger” yek ji baskên PKKê û Rêveberîya Xweser li Rojavay Kurdistanê, 2 zarokên din yên 13 salî revandin û birin cîhekê nediyar.
Tevgera “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast bi fermana Qendîlê û şexsê Cemîl Bayîk karê revandina zarokan û îşkenceya kesên welatparêz û êrîşa ser baregehên partiyên Kurdistanî dike, li rojên rabûrî, du zarokên 13 salî ji Minbicê û Hesekê revandine û çarenûsa wan nayê zanîn.
Navên wan wusaye:
1. Mihemed Nor Ibrahîm.
Temen 13 sal.
Ji Minbicê hatiye revandin.
2. Emced Ebdulrezaq Teha.
Temen 13 sal.
Ji Hesekê li 21/4/2023 hatiye revandin.
Malbatên Mihemed û Emced ji bo ku çarenûsa ji zarokên xwe bizanin, serdana binkeyên PYDê, Rêveberîya Xweser û HSDê kirine, lê tu agahîyek ji wan negirtin.
PKKe û baskên wî yên Rojava Kurdistanê, berdewamin li ser leşkerkirina zarokên temen biçûk û şandina wan ji bo kampên leşkerkirinê li deverên di bin destê wan de, tevî ku Rêveberîya Xweser û HSDê gelek soz dane kwalîsyona navdewletî ku sînorekî ji boy vê rewşê deynin.