PKKê welatiyekî Herêma Kurdistanê kuşt

pyd-pkk-rojava-derk-kurdistan-info

Welatiyekî Herêma Kurdistanê li şeva derbasbûyî bi awayekî hovane li navçeya Koçerat a girêdayî Dêrkê li herêma Czîrê ya Rojava hat qetil kirin, agahiyên piştrastkirî hene ku rêxistinên PKKê yên li Rojava ew qetil kirî ye.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, li şeva derbasbûyî 25 Nîsana 2023an, welatiyekî Başûrê Kurdistanê yê bi navê “Ehmed Omer Elî Ibrahîm” li gundê Swêdiya yê navçeya Koçerat ku dikeve Dêrka Rojava Kurdistanê, piştî li 24 vê mehê wenda dibe, cesedê wî li şeva derbasbûyî ji hêla asayîşa PYDê ve li nava zeviyeke Genim tê dîtin.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kir ku “Ehmed Omer” li şeva 24 nîsanê bi serdan diçe mala cîranê xwe yê bi navê “Emîn Feqe Reşîd Qasim” ku ev kes PKKyî ye û 3 kurrên xwe di nava refên vê rêxistinê de fedakirine û li wir wenda dibe û roja peyre cesedê wî li pişta gund tê dîtin.

Ehmed Omer kî ye û li Rojava çi dikir?

“Ehmed Omer Elî Ibrahîm” welatiyekî Başûrê Kurdistanê ye, li sala 1975 bi malbata xwe re awarey Rojava Kurdistanê bibû, piştre li sala 1991 malbata wî vegeryabûn Başûr lê ew li wir ma, ew neviyê şehîdî ye, û korekî wî yê Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê heye.

Çavkaniyên “Darka Mazî” eşkere kirin ku 6 mehan berê keça Mihemed ya 14 sal, ji hêla çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” ve hatbû revandin û ji ber ku wî hewlên vegerandina keça xwe dan, rastî êrîş û gefxwarnên PKKê hatbû.

Piştî bûyera qetilkirina wî, hêzên asayîşa PYDê hersê birayên wî “Mizgîn, Elî û Mihemed” desteser kirin, lê belê îro serbest azad kirin.

pkk-tawan-cinayet-rojava-mihemed-omer

Pustên heman beş