Çima PKK’ê dest bi ragihandina windahiyên xwe yên ku bi salan veşartin, kir?

Çima PKK’ê dest bi ragihandina windahiyên xwe yên ku bi salan veşartin, kir?

PKK’e tevgereke ku yekdestdariya mezin li ser mirin û jiyana xebatkarên xwe datîne û dixwaze ji mirin û jîyana wan rant werbigire. Endamên PKK’ê ji mafên şexsî û civakî bêpar in û bi wan dane bawerkirin ku ji rêxistênê re weke milk xizmet kirin, jîyan e. Malbatên çekdarên ku temenê wan di navbera 12 û 16 salî de tevlî PKK’ê bûne jî têkiliyên wan yên malbatî hatine qedexe kirin. ew malbatên ku dixwazin rewşa zarokên xwe hîn bibin û hewl didin bi zarokên xwe re têkilî daynin, ji aliyê PKK’ê ve weke xayîn tên destnîşan kirin.

PKK van çekdarên xwe ku weke milkê xwe dibîne li ser mirina wan jî tasaruf dike. Jîyandestdana wan hem ji malbat û hem jî ji civakê vedişêre. Heke bikaribe ji mirina wan sûd werbigire wan îlan dike. Ango Ji bo îlan kirina windahîyan çi mebdekî exlaqî û wijdanî nîne.

PKK bi taybetî ji sala 2012 û vir ve piraniya windahiyên xwe vedişêre. Li gorî agahiyên layanên nêzî PKK’ê dane me; PKK ji bo wan cenazeyên ketine deste dijminî mecbûr dimîne ku nasnameya wan ragehîne. Lê yên windahîyên din li gorî berjewendîya rêxistina xwe weke amûrê propaganda bikar tîne. PKK’ê hêj navê damezrînerê xwe Elî Heyder Qaytan jî eşkere nekirî ye. Em baş dizanîn ku PKK’ê kuştina gelek fermanber û rêveberên xwe yên jin û mêr veşartiye û hê jî navên wan aşkere nekirin e.

PKK; Ji serê Nîsanê û vir ve her roj windahiyên xwe radigihîne

Lê belê HPG’ê di nava 20 rojên dawî de hema hema her roj herî kêm navê 3 şervanê berê jiyana xwe ji dest dane radigehîne. Piranîya ew navên têne ragehandin jî yên sala 2016-17 jîyana xwe ji dest dayî ne.

Weke mînak em bibêjîn; di 14 ê Nîsanê de hat ragihandin ku gerîlayên bi navê kod Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Numan û Chee Guevara di sala 2017 an de jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya HPG ê, derbarê cihê jîyana xwe ji dest dane, ti agahî nehatine dayîn. We diyare ku her yek ji wan li deverên cûda jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev 6 windahiyên gerîlla li qadên “parastina medyayê” pêk hatine. Ango li wan deverên ku PKK û HPG her roj bi hêsanî dikarin xwe bigihînin wan şûnên gerîla canê xwe ji dest dayî. Lê belê bo çi 6 sal şûnde ev windahî nû tên ragehandin.

Pustên heman beş