Gerîlayên PKKê li Metînî mirina wan veşartî, eşkere bûn

pkk-apo-ocalan-zarok-kurd-kck-hpg-kck-turkey-matin-mounten-info

Hejmareke ciwanên Kurd yên ku 4 salan berê di şerê saxte yê PKKê û Tirkiyê de li çiyayê Metînî, jiyana xwe ji dest da ne, ji nû eşkere bûn.

Bi hezaran zarokên Kurdan yên ku ji sala 2016ê ve di nava PKKê de hatine kuştin û mirina wan nehatiye ragihandin mane, PKKe her roj wêneyên komên wan li medyaya xwe parvedike û li ser di nivîsîne me hevalên xwe fedayî yên Apo wenda kirin.

PKKê duh roja çarşemî 26/4/2023 wêne û nasnameyên 5 Gerîlayan 4 jê zarok eşkere kirin ku li 26 nîsana 2019an li çiyayê Metînî yê herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da ne, PKKê mirina wan 4 salan veşartbû û ji nû ve hatiye pirobagandayê bi wan dike.

Navên wan evin:

Cengîz Kîna ji Colemêrgê.

Resûl Kûrt ji Mêrdînê.

Cîhad Bel ji Erzerûmê.

Bûrhan Emre ji Colemêrgê.

Cemîl Soylemez ji Êlehê.

PKKe zarokên Kurdan di revîne, berê wan dide mirinê û mirina wan vedşêre, her wexta rêxistinê pêwîstî pê bû, tê û sûdê ji vê mirinê bi dest têxe û pirobagandayê bi wan dike, cara jî ewqas bi bê şermî dibêje ew fedayî yên Apo bûn ewan îspat kir ku layîqî Apo derketin, li cem PKKê pêwîste ciwanên Kurdan bimirin ji bo ku layîqî zilamê Îmraliyê derkevin.

Pustên heman beş