Revandina zarokan ji aliyê çeteyên ser bi PKK’ê ve berdewam dike

Revandina zarokan ji aliyê çeteyên ser bi PKK’ê ve berdewam dike

Çeteyên bi navê (Ciwanên Şoreşger) yên ser bi Hêzên Sûriya Demokrat “HSD” ku rasterast biryaran ji Qendîlê werdigirin hîn jî binpêkirinên xweyên li dijî zarokan li herêmên di bin kontrola HSD’ê de li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Di 25/4/2023an de, tora çavdêriya Sûriyê ya mafên mirovan belge kir ku çeteyên bi navê (Ciwanên Şoreşger) ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk “HSD’ê” de tevdigerin, zaroka bi navê “Feda Ebdulcelîl Mihemed Qasim” ku jîyê wê hêjan negihîştiye 18 sal ji aliyê van çeteyan ve hatiye revandin ji bo kampên tecnîdkirina zarokan. Ji bilî vê zarokê bi sedan zarokên din yên kurd ji alîyê van milîsên Rojavayê Kurdistanê ve hatine revandin û pişt re di berjewenda PKK’ê de hatine çekdarkirin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê derbarê cihê bûyerê de agahî neda.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê tekez kir ku hêzên Sûriya demokratîk hîn binpêkirinên xweyên li dijî sivîl û zarokan li deverên jêr kontrola xwe berdewam dike, û zarokan direvîne û davêje kampên tecnîdkirina zarokan.

Her weha ragihand jî, “ev binpêkirin di van demên dawî de zêde bûne ji ber ku ti lêprsîn li gel van ciwanan nayê kirin, loma diyardeya revandin û leşkerkirina zarokan li ser destên Ciwanên Şoreşgerên ser bi hêzên Sûriyeya Demokratîk zêde bûye.”

Tora çavdêriyêya mafên mirovan li sûriyê bang li Unicef, civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe li hember zarokan hilgirin û zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku binpêkirinên xwe û revandina zarokan rawestîne, hemû zarokan vegerîne malbatên wan, û lêprisînê bi berpirsyarên van karan re bikin û wan derxînin pêşberî edaletê.

Hêjayî gotinêye ku PKK’e û şaxa wê ya Rojava Kurdistanê bi sedan zarokên kurdên temenê wan di navbera 12-16 salî de revandine ji bo ku wan di şerên pûç û berxwedanên sexte de bi kar bîne, ev partiye bi sûd wergirtin ji şert û mercên civakî û destkurtiya malbatên wan zarokan dixapîne û berdewam bi karê revandina wan radibe, ev kare metirsiyeke mezin li ser pêşeroja civaka kurd bi giştî çêdike.

 

Pustên heman beş