Di teqîna TNT ya terorîstên PKKê de du welatiyên Dihokê bûn qurbanî

dilshad-pkk-matin-tnt-duhok-info

Di teqînekê de ku çavkanîya wê TNT yeke rêxistina PKKê bû, îro du welatî li çiyayê Elho yê Metînayê bûn qurbanî, yek jê jiyana xwe ji dest da.

Îro roja înî 28 Nîsana 2023ê li demjmêr 1:15 Piştî nîvro, TNT yeke PKKê bi du welatiyên deverê ve teqiya ku ji boy komkirina giyayê buharê berê xu dabûn rîya “Kurku Binavî” li nêzî “Berê Sîlê“.

Di teqînê de welatiyê bi navê “Dilşad Ebdulrehman” jiyana xwe ji dest da û hevalê wî yê bi navê Necîb Umer birîndar ket.

Teqîna îro hemwexte li gel roja cîhanî ya kedkaran ku li parêzgehya Dihokê her sal ev çalakî li 1 Eyarê li “Berê Sîlê” tê sax kirin.

Ji sala 2020 ve bi dehan mayîn û TNT yên PKKê li sînorê parêzgehya Dihokê teqiyane ku PKKê piranî jê li ser rîya Pêşmergehan di danan.

Pustên heman beş