PKKê û YBŞê êrişa ser mizgefta li Şengalê encam daye

pkk-sinjar-ybs-mizgefta-rehman-جامع-الرحمن-سنجار-حزب-العمال-info-2

Li ser vegera hejmareke malbatên Ereb yên Şengalê, duh roja pêncşemî xwepêşandan pêkhat, di vê navberê de PKKê rêxistinên xwe bi êrîşa ser “Mizgefta Rehman” erikdarkirin ji bo ku fitinê li nêvbera Musilmanên Sunne û Êzdîyan de çêbike.

Bûyerê çawa destpêkir û PKKê çawa sûd jê wergirt?

pkk-sinjar-ybs-mizgefta-rehman-جامع-الرحمن-سنجار-حزب-العمال-info--

Yekîneyên artêşa Îraqê, yên li Şengalê rê ji boy 25 malbatên Erebên Sunne vekir ku vegerin Şengalê, ew 25 malbat li dema êrîşa DAIŞê ji Şengalê derketbûn.

 Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, piranya leşkerên Îraqê yên di Şengalê de ji başûr û naverasta Îraqê ne û ew ji ol û dab û nerîtên gelê Şengalê baş nizanin, wan xwest pirobagandayê bi vegera awareyên Ereb bo Şengalê bikin û rojeveke wiha çêbikin ku Şengal ewle ye û va aware vegeryan û vê weke destkeftekî bo xwe hesab bikin.

Hejmareke şêniyên Şengalê piranî jê Êzdî xwepêşandan kirin û nerazîbûn ji vegera Erebên Sunne ji boy Şengalê diyar kir.

PKKe fermana êrişa ser Mizgeftê da

pkk-sinjar-ybs-mizgefta-rehman-جامع-الرحمن-سنجار-حزب-العمال-info

Di vê navberê de rêxistina PKKê bi rîya “Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê û her wiha Meclîsa Eşîrên Şengalê” ku ew jî ser bi PKKê ve ye, telîmat dan ku bi awayekî aktîv bikevin nava xwepêşanderan û êrîşa ser “Mizgefta Rehman” bikin.

Rêxistina PKKê xwest rewşê aloz bike û agrê fitinê li nêvbera Musilmanên Erebên Sunne û Êzdîyan de gur bike.

PKKê bi rîya van 4 kadroyên xwe êrîşa ser Mizgeftê pêkîna

Nayîf Şemo ku ev kes ji hêla PKKê ve weke serokê Meclîsa Eşîrên Şengalê hatiye erikdar kirin.

Mirad Xencerî – Endamê Meclîsa Eşîrên Şengalê.

Nacî Mîrzu – Alîkarê Dîndar Qeyranî yê berpirsê YBŞê.

Qehtan Elî – Nasyar bi Şêx Qehtan / Nûner û berpirsê pêwendiyên YBŞê di Şengalê de.

Van 4 kadroyên PKKê telîmatên êrîşa ser Mizgeftê cî bi cî kirin û hejmareke endam û alîgrên PKKê yên Êzdî birin nava xwepêşanderan û wan bi kevran êrişê Mizgefta kir.

Ne cara yekeme PKKe Êzdiyên Şengalê ji boy berjewendîya xwe bi kar tîne, tevî ku Şengalê ji dema DAIŞê û heya roja me ya îro kavil û wêran maye, bi sedema PKKê her roj balafirên dewleta Tirk Şengalê bordoman dikin û gelê Êzdî tê qetil kirin.

PKKê li ber çavê êzdîyan Şengalê ji Kurdistanê qut kir û kiriye warê milîsên “Hizbullah, Nuceba û Esaîb Ehlulheq” û ev bûye sedem ku 80% ya gelê resen yê Şengalê di awareyê û kampan de bimînin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta federal ya Îraqê li Oktobera 2020ê Peymana Şengalê îmze kir û li gorî wê Şengal wê were avedankirin û hemû awareyên Êzdî wê vegerin warê xwe û PKKe wê ji Şengalê were derxstin û li cîhê wan hêzeke ewlehiyê ji ciwanên Êzdîyan wê ewlehîya Şengalê biparêze, lê belê PKKê nehişt ev peyman were cîbcî kirin.

Pustên heman beş