Kurdek li Giwêr ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin

Kurdek li Giwêr ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin

Çekdarên DAIŞê li navçeya Giwêrê du welatiyên Kurd revandin, yek ji wan kuştine û ewê din jî bi birîndarî hat rizgarkirin.

Jêderekî aghdar ji Kurdistan24ê re ragihand, duh 28ê Nîsana 2023an, du welatiyên Kurd bi mebesta nêçîra masiyan çûne ser Zêya Giwêr, ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û yek ji wan kuştine û ewê din jî hatiye rizgarkirin.

Heman jêder destnîşan kir, ew du kes piştî ku venegeriyane malê û telefona wan jî girtî bûye, ji aliyê malbata wan ve dezgehên ewlehiyê hatine agahdarkirin ku ew çûne wê deverê û venegeriyane, piştre diyar bûye ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Herwiha eşkere kir, ew kesê ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kuştin, serbazê artêşa Iraqê bûye, ewê din jî welatiyekî asayî bûye.

Pustên heman beş