Buldan: Dengek ji YSPê re dengek jî ji Kemal Kiliçdaroglu re

Buldan: Dengek ji YSPê re dengek jî ji Kemal Kiliçdaroglu re

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan yekem car bi awayekî vekirî di bangeşeya li qada Esenlera Stenbolê diyar kir,  ew ê dengekî bidin YSPê û dengekî jî bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Xebat û lebatên hilbijartinên 14ê Gulanê bi hemû gûrehiya xwe berdewam dikin. Li navçeya Esenlerê ya bi ser bajarê Stenbolê ve di bangeşeya hilbijartinê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan axivî û navê ku wê di hilbijartina serokomariyê de piştigriya wî bikin ragihand û diyar kir, ew dê wan kesên ku Kurdan nasnakin û tûne dibînin bişînin. Dengek ji Partiya Çep ya Kesk re dengeke jî ji Kemal Kiliçdaroglu re.  

Pervin Buldan diyar kir: “Di 14ê Gulanê de du dengên me hene. Em ê yekê ji bo Partiya Çep a Kesk bi kar bînin û ya din kesê ku wê di şûna Erdogan de bibe Serokomar ji bo Kemal Kiliçdaroglu bi kar bînin. Belê em ê wan kesên ku dijminatiyê dikin, Kurdan nas nakin û tune dibînin bişînin. Careke din dibêjin dengek ji bo Partiya Çep a Kesk û dengek jî ji bo Kemal Kiliçdaroglu.”

Pustên heman beş