PKKe propagandaya hilbijartinê bi cenazeyên zarokên Kurdan dike

pkk-yrk-hpg-hilbijartin-propaganda-pkk-kurd-child-info

Rêxistina PKKê di hefteyekê de, nasnameyên 15 çekdarên xwe piranî jê zarok parvekirine ku çend salan berê hatine kuştin û ji nû ve û ji boy propagandaya hilbijartinê hatiye û mirina wan îfşa dike.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê ji 24 nîsana îsal 2023ê, wêne û nasnameyên 15 çekdarên xwe 4 jê keç, bi tevahî piranî jê zarok parvekirine ku ji sala 2019ê li çiyayên Metînayê, Gare, her wiha li herêma Serhedê û Mêrdînê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û hatine kuştin.

PKKê di pesnê van belengazan de dibêje: “Ew fedayên Apo ne, wan ji zaroktîya xwe Apo û felsefa Apo naskir, raste me wenda kirin, lêbelê layîqî Apo derketin”.

Partiya Karkeran ev dema mehekê ye, deftera çekdarên xwe yên ku li salên berê jiyana xwe ji dest da ne vekirî ye û her roj wêneyên komên wan li medyaya xwe parvedike û propagandaya hilbijartinê bi wan dike.

PKKe zarokên Kurdan di revîne û berê wan dide mirinê, mirina wan vedşêre û her dema pêwîstîya wê pê hebe, propagandayê bi wan dike.

Pustên heman beş