Mîtê berpirsekê îstixbarata PKKê kuşt

Sabrî Ehmed Ebdulla -pkk-ypg-qsd-bahoz-erdal-net

Berpirsê îstixbarata PKKê li Kobanê ya Rojava Kurdistanê, di êrîşeke MÎTê de hat kuştin, PKKê jî mirina wî piştrast kirî ye.

Di êrîşekê de ku bi balafirên keşfê li 25/4/2023ê pêkhatbû, otomobîlek li gundewarê Kobanê hatbû armanc girtin, ku kadroyekê PKKê tê de bû û hat kuştin, Hêzên Sûryeya Demokratîk paş derbasbûna 24 saetan îlan kir ku şervanekî wan yê bi navê Sabrî Ehmed Ebdulla di êrîşê de hatiye kuştin.

Duh roja yekşemî 30/4/2023ê ajansa Anadolu ya dewleta Tirk derbarê êrîşê agahî dan û eşkere kir ku kesê hatiye kuştin berpirsê îstixbarata PKKê YPGê ye li Kobanê û navê wî Sabrî Ehmed Ebdulla û kodnavê wê Mazlûm Dogan e.

Sabrî Ehmed ku li sala 1986 li Kobanê ji dayîk bûye, li 2010 tevlî rêxistina PKKê bûbû, li salên dawî ji hêla rêveberê PKKê Bahoz Erdal ve weke berpirsê îstixbarta PKKê li Kobanîyê di nava rêzên HSDê de hatiye wezîfedar kirin.

Li gorî agahiyên ku dewleta Tirk derbarê wî parvekirine, Sabrî Ehmed li sala 2018 ê ji êrîşeke MÎTê bi birîndarî feletî bû.

Pustên heman beş