PSK: Astengkirina Ala Kurdistanê ya di 1ê Gulanê de nayê qebûlkirin

PSK: Astengkirina Ala Kurdistanê ya di 1ê Gulanê de nayê qebûlkirin

Rêxistina Stenbolê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi Ala Kurdistanê beşdarî qada 1ê Gulanê bû.

Endamên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li qadê belavokên xwe belav kirin.

PSKê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Li qada 1’ê Gulanê eleqeyek mezin ji bo Ala Kurdistanê hebû. Bi taybetî ji aliyê Ciwanên Kurd ên welatparêz ve hate pêşwazîkirin. Lê provakatorên nijadperest ji ber eleqeya zêde ya li ser ala Kurdistanê qehirî, bertek nîşan dan û xwestin endam û rêvebirên PSKê provoke bikin. Lê endamên PSK’ê bi tewr, tevger û helwesta xwe ya bi aqilane ev provokasyon li dij PSK’ê pûç kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Polîsên Tirk Serokê PSK’ê yê şaxa Stenbolê Mansur Kara, endamê rêveberîya navendî Bahattîn Turan û endamê meclisa partiya PSK’ê Yakup Turan ji bo bi wan re hevdîtinê pêk bînin gazî navenda polîsê kirin. Polêsan demek serokê PSK’ê yê  Şaxa Stenbolê Mansûr Kara û hevalên wî demek li navemnda polêsan dane rawestandinê.”

Hat eşkerekirin: “Di encama danûstandinan de alayên Kurdistanê hatin desteserkirin. Piştî demekê polêsan rêvebir û endamê PSK’ê yên ji alî polêsan ve hatinûn girtinê hatine berdanê. Em vê dijminîya li dijî PSK û van kiryarên antîdemokratîk, niheq û bê hiqûq bi tundî protesto û şermezar dikin.”

Pustên heman beş