Rêxistina PKKê îro amara şerê xwe yê saxte ya meha Nîsanê ragihand û li gorî wê 2 leşkerên Tirk û 7 Gerîla hatine kuştin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 2/5/2023 amara meha Nîsanê ya şer ragihand û eşkere kir di vê mehê de artêşa dewleta Tirk 1081 caran êrîşî herêmên Gerîlayan li Başûrê Kurdistanê kirî ye.
Li gorî amara HPGê, di meha Nîsanê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin û 7 Gêrîla jiyana xwe ji dest da ne.
Partiya Karkeran û dewleta Tirk serê hemû mehekê amarên şer radgihînin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û tenê vê weke şerekî medyayî yê taybet li dijî hev di meşînin û yên ku zirara rastîn ya şer didin tenê şêniyên Başûrê Kurdistanê ne.