Tevgera “Ciwanên Şoreşger” yêk ji baskên PKKê yên li Rojava Kurdistanê, tenê di meha nîsanê de 7 zarokên Kurd revandine û bo leşkerîya bi zor birine serbazgehên PKKê.
Tevgera “Ciwanên Şoreşger” ku raste rast bi telîmatên Cemîl Bayîk û serperiştîya generalê HSDê Mazlûm Ebdî karê revandina zarokên Kurdan li Rojava Kurdistanê ji boy PKKê dike, di meha nîsana îsal 2023ê de 7 zarok revandine û birine serbazgehên perwerdehîya çekdarî yên PKKê.
Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan, duh roja sêşemî 2/5/2023 ragihand ku çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din yê 11 salî bi navê “Xelîl Îbrahîm Hesen Fazil” li rojên rabûrî ji bakurê Reqqayê revandine û birine serbazgehên PKKê.
Eşkere kir, ev zarok bi tenê dijya ji ber ku bavê wî li rojên rabûrî ji hêla Hêzên Sûryeya Demokratîk ve hatbû desteser kirin û niha jî di zîndanên wan de ye.
Rwangeha Sûrî dibêje: “Xelîl Îbrahîm” dibe zarokê 7 ê ku ji hêla çeteyên PKKê ve di meha Nîsanê de tê revandin.
“Fîda ‘Ebdulcelîl, ‘Ebdulrezaq Teha û her wiha Mihemed Nur Îbrahîm” ku di temena 13 saliyê de ne, 3 ji wan zarokane yên ku di meha nîsanê de ji hêla “Ciwanên Şoreşger” ve hatine revandin.
Rwangehê ev yêk aşkere kir û ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî xwest ku rê li çekdarkirina zarokan û revandina wan ji hêla rêxistinên PKKê yên li Sûryê bê girtin.
Hêjayî gotinê ye ku PKKe û baskên wê yên Sûrî bi sedan zarokên Kurd yên temenê wan di navbera 12-16 salî de ji bo şerên pûç û berxwedanên xwe yên sexte revandine, piranîya van zarokan jî li bin navê xulên perwerdehîya mûzîkê, nîgarkêşiyê û sporê hatine xapandin û piştre revandin.