Silêmanî.. Take şahidê tewana terorkirina Murad Kanî Kurdeyî hate kuştin

فه‌رسه‌ت-مه‌له‌كی-farsat-malaki-puk-ynk-murad-kani-kurdayi

Take şahidê tewana terorkirina Murad Kanî Kurdeyî li şeva derbasbûyî li navçeyeke Silêmaniyê rastî êrîşeka bi gulleyan hat û di rîya nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

Ferset Melekî, li şeva derbasbûyî li ser rêya sereke ya navbera Ranya û Dukanê li nêzî xala kontirolê ya Qemteranê bi gulleyan hat birîndar kirin û piştre li ser rêya nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Ferset Melekî hevrê û pasewanê “Murad kanî Kurdeyî” û take şahidê dosiyaya terorkirina wî bû li 25ê mijdara 2021ê ji hêla hêzên YNKê û Bafil Talebanî ve, her wiha ew li gel wî bû û li wê demê hatbû girtin, lê piştî demekê hat berdan.

Nayê zanîn ka sedema teror kirina wî pêwendî bi dosyeya Murad Kanî Kurdeyî ve heye yan tiştekî dine.

Li gorî agahiyan, Ferset Melekî, bi giranî birîndar ûbû û bi rewşa giran rakirin nexweşxaneyê, û ji ber ku gulle bi serê wî ket, canê xwe ji dest da.

Pustên heman beş