Sozdar û Ciwana du qurbaniyên din yên şerê bê wate yê PKKê ne

Partiya Karkeran nasnameya du çekdarên kiç ragihand ku berya sê salan di şerê xwe yê bê wate yê li gel Tirkiyê dane kuştin û ji nû mirina wan aşkere kir.
HPGê baskê leşkerî yê Partiya Karkeran duh roja sêşemî 2\5\2023ê wêneyên du çekdaran bi navên “Ciwana û Sozdar” belav kirine ku li 19 tebaxa 2020 ê li Geverê bi destê Eskerê Tirk dane kuştin.
Ciwana û Sozdar ku ji Wanê û Colemêrgê ne, ew weke bi hezaran zarokên Kurdan bûne qurbaniyên şerê bê wate yê PKKê û Tirkiyê, PKKê mirina wan veşartbû, piştî derbasbûna 3 salan ji nû ve nasnameya wan eşkere kir.
PKKe zarokên Kurdan weke fîşeka li ber tivenga xwe dibîne, wan di revîne û ji bo “demokratîkirna Tirkiyê” û pirojeya genî ya bi navê “Biratîya Gelan” dide kuştin.
Murat Karayilan, fermandarê HPGê yê ku xwe bi wezîrên bergiriyê yên dinyayê nade, hemû mêranî û cesareta wî eve ku zarokên keç yên weke “Ciwana û Sozdarê” dişîne şer û dide kuştin û ew jî tenê di mediyayê de deridkeve û tirrtirrê dike.