Berpirsekî PKKê li Garê hat kuştin

Berpirsekî PKKê li Garê hat kuştin

Hat ragihandin, Berpirsê Perwerdehiyê yê PKKê Ehmed Gûmûş “Cûdî Engîzek” li çiyayê Garê di operasyokeke MÎTê de hatiye kuştin.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎTê li çiyayê Garê operasyoneke taybet li dijî Berpirsê Perwerdehiyê yê PKKê Ehmed Gûmûş yê bi nasnav “Cûdî Engîzek” kiriye û ew kuştiye.

Di nûçeyê de hate diyarkirin, Ehmed Gûmûş di 1999an de tevlî refên PKKê bûye, ew di qadên cûrbecûr ên PKKyê de hatiye erkdarkirin û demekê jî bûye pasewanê Endamê Desteya Rêvebir ê PKKyê Murat Karayilan.

Heta niha derbarê vê nûçeyê de, PKKê çi daxuyanî nedaye.

Pustên heman beş