Tirkiyê daxwaz ji rejîma Sûriyê kir ku helwesteke zelal li hember Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) û baskê wê yê Rojava nîşan bide.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kaln ragihand ku Tirkiye çaverê dike ku rejîma Sûriyê di derbarê şerê li dijî PKK’ê û grûpên girêdayî wê de helwesteke zelal nîşan bide.
Herwiha got: danûstandinên li gel rejîma Sûriyê heta niha jî di vê derbarê de berdewamin û got: “ev rîyeke nû ye û ne pêkane ku mirov çaverêy encamên bilez bibe”.
Roja 25ê Nîsanê wezîrên berevaniya Tirkiyê, Rûsiya, Îran û Sûriyê, li mosko civîneke çaralî lidarxistin û herwiha serokên çar dezgehên îstixbaratê jî û tê de danustandin derbarê asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê kiribûn.