Li Diyarbekirê ciwanên derçûyên zanîngehê daxwaza erkdarkirinê dikin

Li Diyarbekirê ciwanên derçûyên zanîngehê daxwaza erkdarkirinê dikin

Ciwanên ku ji beşên cuda derçûyên zanîngehan in û ji bajarên cuda yên li Bakurê Kurdistanê hatine li Qada Şêx Seîd civiyan.

Ciwanan bal kişandin ku bi 10 hezaran ciwan bê kar in û li benda erkdarkirinê ne. Lê  taybet jî wezareta cotkarî, di salên dawî de, erkdarkinên nû nake û derçûyên zanîngehan yên ji beşên cuda bê kar mane.

Li ser navê ciwanan, daxuyaniyê Serdal Kayici xwend û daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir ku ji bêkarmayîna ciwanan re çareserî bibîne.

Ciwanan rexne li Wezareta Cotkarî û Ajalvanî kirin û bal kişandin ku li erdnîgariyeke ji bo cotkarî guncav dijîn, lê ne dikarin ji cotkarî, ne jî ji pisporiyên xwe sûdê werbigirin.

Ciwanên bêkar yên derçûyên zanîngehan, piştî ku bi pankart, dovîz û daxuyaniyê peyamên xwe ragihandin, şiyarên wek : ‘Erkdarkirin maf e bê deng nemîne, cotkarî li vir e erkdarkirin li ku ye’ bilindkirin.

Pustên heman beş