Çekdarên PYD piştî 5 salan ji girtinê, welatiyekî Efrînê serbest berda

Çekdarên PYD piştî 5 salan ji girtinê, welatiyekî Efrînê serbest berda

Çekdarên PYD, piştî 5 salan ji girtina welatiyekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê, serbest berda.

Ciwanê kurd Mihemed Yûsif ji beriya 5 salan ve li Efrînê ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin, beriya du rojan serbest hat berdan.

Li gor agahiyan Mihemed Yûsif sala 2018an bi tometa têkilî li gel çekdarên oposizyona Sûriyê hatibû girtin.

Mihemed Yûsif ji Efrînê bo Qamişlo hatibû birin, niha jî navbûrî li Helebê ye nikare xwe bigihîne bajarê xwe Efrînê.

Ciwanê kurd Mihemed Yûsif ji şêniyên gundê Umera yê navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ye.

Pustên heman beş