Endamekî PKKê bi awayekî bi guman û bi kêrê tê kuştin

Kemal Hewramî-pkk-yrk-kck-info

Endamekî PKKê bi awayekî biguman û di nav rêzên PKKê de bi kêrê hate kuştin û kesûkarên wî jî gelek guman ji bûyerê dikin, lê ji bo ku ew mijar bê daxistin, PKKê bi fermî daxwaza lêborînê li wan kir.

Li gor zanyariyên BasNewsê endamê PKKê û yek ji kesên nêzîkî fermandarê PKKê yê hatî kuştin Rêzan Cawîd, Kemal Hewramî, roja 11.01.2023yê di nav rêzên PKKê de bi kêrê hate kuştin, lê piştre PKKê bi daxuyaniyekî ragehand, ‘’Ji aliyê sîxurekî navxwe ve hatiye kuştin’’.

Li gor zanyariyên BasNewsê kesûkarên wî endamê PKKê daxwaza daxuyaniyê ji PKKê kirine, bi taybet jî ji ber gumana wan heye ku di çarçoveya milmilaneya navxwe ya PKKê de kurê wan jî bibe qurbanî.

Li hember givaş û fişarên wê malbatê û ji bo ser wê mijarê bê daxistin, roja 28.04.2023yê PKKê bi rêya malpera xwe ya Rojnewsê ve daxuyaniyek belav kir û ragehand, kuştina Kemal Hewramî li gel kesekî din, di dema ku herdu li ser erkê xwe bûne pêkhatiye û dibêje: ‘’Cehşekî xiyanetkar’’ ew du endamên PKKê kuştine’’.

PKKê daxuyaniya xwe de diyar kiriye: ‘’Ji ber rewşa zivistanê, derfeta wergirtina zanyariyan kêm e û dereng zanyarî geheştine me’’ û piştre jî beşek ji nasnameya kuştiyan aşkera kiriye û dema kesek jî malbata kuştiyan nerazîbûnê nîşan bide, ji aliyê PKKê ve gef lê tên xwarin, ji ber wê jî ew daxwaza lêborîna PKKê jî gumanên heyî zêdetir dike.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji kesên nêzîk wî endamê PKKê yê hatî kuştin bidest xistiye, heta naha ti zanyariyek derbarê termê Kemal Hewramî de berdest nîne, ji ber wê malbata Kemal Hewramî gef li PKKê xwarine ku eger termê wan nevegerînin, wê demê dê helwêstê wan pir cîdî be.

Pustên heman beş