Desthilat û opozîsyon jî vê hilbijartinê wekî pirseke manûnemana Tirkiyê pênase dikin

Desthilat û opozîsyon jî vê hilbijartinê wekî pirseke manûnemana Tirkiyê pênase dikin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civînên xwe yên girseyî de bangeşeya wê yekê dike ku hilbijartinên 14ê Gulanê, hilbijartina manûnemana Tirkiyeyê ye. Erdogan dibêje nabe deng bi namzedê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu were dayîn û Tirkiyeyê ji PKKê re bihêlin. Kiliçdaroglu jî bersiva Erdogan dide û dibêje, ew jî Tirkiyê ji Erdogan re nahêlin û dê rejîma Tirkiyê ji otokrasiyê rizgar bikin û bigihînin demokrasiyê.

Ji hestiyartirîn hilbijartinên Tirkiyeyê re, kêmtir hefteyek maye û desthilat û opozîsyon jî vê hilbijartinê wekî pirseke manûnemana Tirkiyê penase dikin.

Ev penase di gotarên her du berbijêrên sereke yên hilbijartinê de bi awayeke bihêz diyar dibe û roj bi roj dijwartir dibe.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li civîna xwe ya girseyî ya li Mêrsînê tekez kir ku hilbijartinên 14ê Gulanê pirsa manûnemana Tirkiyê ye û nabe ew Tirkiyê ji PKKê re bihêlin.

Erdogan wiha axivî: “Binêrin ev e hilbijartina manûnemanê ye. Em di vê hilbijartinê de welatê xwe dê ji terorîstan re nehêlin. Welatê xwe dê ji PKKyê nehêlin. Heke dostên PKKyî yên Kiliçdaroglu hebin, me jî millet heye millet.”

Kiliçdaroglu jî wekî ku nezîre bi Erdogan bike dibêje, ew jî dê Tirkiyê radestî yek kesî nekin û ew ê bi dengê ciwanan vê rejîma otokrat biguherînin.

Kiliçdaroglu dibêje: “Em dê Komara Tirkiyeyê radestî kesekî tenê nekin û çi kes dê axaftina ku ji nav du lêvên kesekî derdikeve qebûl neke. Em dê bi hev re û aqil û ehlaqê vî welatî bi rê ve bibin û cûdakariyê nekin. Em ê herkesî hêmbêz bikin û xedir li çi kesî nekin.”

Xem û sozên namzedan ev e û heta roja Yekşemê jî ew ê biaxivin û bangeşeya hilbijartinan bikin. Lê roja Yekşemê jî mafê axaftinê dê bikeve destê dengdêran û dê diyar bibe ka kî dê bigihe ser desthilata Tirkiyê.

Pustên heman beş