Fermandarekî hêza taybet ya PKKê li Garê hat kuştin

Karadeniz-beyaz-pkk-gare-hpg-info

Fermandarekî din yê hêza taybet ya PKKê li çiyayê Garê di operasyoneke îstixbarata Tirkiyê de hat kuştin, ev jî dibe fermandarê sêyemî ku Tirkiye di dema hefteyekê de kuştina wan îlan dike û PKKe jî tenê got Tirkiye derewan dike û hew.

Ajansa Anadolê ya dewleta Tirkiyê duh roja yekşemî 7/5/2023an eşkere kir ku berpirsê enîya hêza taybet ya PKKê Eyvaz Beyazê bi kodnavê Zerdeşt Karadeniz di operasyoneka îstixbaratê MIT ê de hatiye kuştin.

Zerdeşt Karadeniz di sala 1994an de tevlî PKKê bûye

Li gorî Anadolê Zerdeşt Karadeniz bi bultena sora Interpolê lêgerîna wî hebû û di lîsteya wezareta karên navxweyî a kesên ji terorê lêgerîna wan heye da di kategorya Gewr da cih digre.

Hat gotin ku Zerdeşt li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê di erka berpirsiyariyê de bû.

Karadeniz-beyaz-pkk-gare-hpg-info-2

MIT ê di 4ê gulanê da li çiyayê Garê kuştina Ahmet Gumuşê berpirsê meşqa hêzên PKKê û di 5ê gulanê da jî Nêçîrvan Sevenû berpirsê hêza lojîstîk ya taybet ragihandbû û duh 7î gulanê kuştina berpirsê hêza taybet Zerdeşt Karadenîz ragihandbû.

Pustên heman beş