Deriyekî sînor ê nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de vedibe

Deriyekî sînor ê nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de vedibe

Vê heftiyê deriyê sînor ê nû yê navnetewî yê Zêt di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bi fermî tê vekirin. Piştî salek karkirina berdewam a li ser projeya çêkirina rêya serekî ya deriyê navnetewî yê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de ew derî vedibe.

Îro 08.05.2023yê serpereştê îdareya serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb ragehand: ‘’Di merasîmekî fermî de û bi amadebûna berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiyê ve, vê heftiyê dê bi fermî deriyê sînor ê navnetewî yê Zêt dê ji geştyaran re bê vekirin û di qonaxa duyem de jî kar ji bo wê yekê tê kirin ku bi rêya wî deriyî ve tevgera bazirganî jî li wî derî bê kirin.’’

Herwaha bi armanca gotûbêj kirina rewşa ewlehiya navçeyê roja 07.05.2023yê Serfermandarê Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ferîq Rukin Îsa Uzêr, li gel şandeyekî û çend berpirsên leşkerî ve serdana deriyê sînor kirin û ji aliyê qaymeqamê qeza Mêrgesor ve yekem car Al a Kurdistanê li wî deriyê sînor hat bilind kirin.

Deriyê Zêt ê navnetewî dikeve sînorê nahyeya Şêrwan Mezin a li qeza Mêrgesor a ser bi îdareya serbixwe ya Soran û dibe yek ji deriyên nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de.

Pustên heman beş