Bi çavdêriya Hêzên Hevpeymanan rahênana Hêzên Piştevaniya Yek birêve çû

Bi çavdêriya Hêzên Hevpeymanan rahênana Hêzên Piştevaniya Yek birêve çû

Li devera Barzan, rahênana Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek li jêr çavdêriya Hêzên Hevpeymanan birêve çû û Hêzên Hevpeymanan berdewamiya xwe ji bo piştevanîkirina hêzên Pêşmerge dubare kirin.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Yek Sîhad Barzanî ji malpera Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye, ew hemû hewldanên xwe ji bo pêşvebirina asta zanist û zanyariya serbazî ya hêzên Pêşmerge dikin.

Derbarê rahênana serbazî de, Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek diyar kir, girîngiya rahênanên bi rengî heye, da ku hêzên Pêşmerge her dem ji bo dema şer amade bin.

Ji aliyekî din ve, Fermandarê Hêzên Almanya yê li Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Holanda yê li Kurdistanê di axaftineke xwe de ji Fermangeha Medya û Zanyarî re diyar kirine ku Hevpeymaniya Navdewletî di dema borî de wek hevahengiya şêwirê û dabînkirina kelûpelên serbazî, alîkariya hêzên Pêşmerge kirine û di siberojê de jî berdewam dibin.

Pustên heman beş