Mayîneka PKKê welatiyekî Derkarê birîndar kir

gunde-dronexe-pkk-derkar-info

Welatiyekî bajarokê Derkarê yê li sînorê parêzgeha Dihokê, di encama teqîna mayîneke rêxistina PKKê de birîndar ket, PKKê ew mayîn li nêzî cuwa avê a gundê Dûrnexê danabû.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, welatiyê bi navê Hesen Seyfeddîn ku erebeya xwe a ji corê excavator karê paqijkirin û vekirina cuwa gundê Dûrnexê ê girêdayî bajarokê Derkarê dikir, mayînek bi erebeya wî ve teqiya û birîndar ket.

Destinîşan kir ku ev bûyer li 23 meha rabûrî çêbûye.

Roja înî 28 nîsana 2023ê jî, TNT yeke PKKê bi du welatiyên Amêdiyê ve teqiya ku ji boy komkirina giyayê buharê berê xu dabûn çiyayê Elho yê Metînayê, yek ji wan bi navê Dilşad Ebdulrehman jiyana xwe ji dest da û welatiyê din bi navê Necîb Omer birîndar ketbû.

Ji sala 2020 ve bi dehan mayîn û TNT yên PKKê li sînorê parêzgehya Dihokê teqiyane ku PKKê piranî jê li ser rîya Pêşmergehan dana bûn û di sala 2021ê da PKKê 15 TNT li ser rêya gundên Dihokê danabûn, piranî jê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin ji nav birin.

Pustên heman beş