Kadroyên PKKê bi êrîșên taybet yên MÎTê tên kuștin

MÎT yeko yeko wan berteref dike

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî a Tirkîyê MÎT ev heyamek e ku bi êrîşên taybet kadir û berpirsên PKK/KCK hedef igire û wan dikuje.

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî a Tirkîyê MÎT ev heyamek e ku bi êrîşên taybet kadir û berpirsên PKK/KCK hedef igire û wan dikuje.

Berî çend rojan hat ragihandin ku MÎTê li Başûrê Kurdistanê herêma Garayê Tekîn Okan (Denîz Bahrî, ku berpirsê Hêza Taybet Tîma Hewavanîyê ye, bi êrîşek taybet kuștiye.

Tê gotin ku dronên PKK bi destê Denîz Bahrî dihatin çêkirin û ew dron di êrîşên ser leşkirên Tirk de dihatin bikaranîn.

Ji alîyê din, MÎTê dîsa bi rêya çapemenîyê daxuyand ku wan li Garayê berpirsê kurye yên hêzên taybet yê PKK Muslum Urper (Soro Goyî) bi operasyonek noqteyî hedef girtiye û kuștiye.

Herweha li Rojavayê Kurdistanê jî bi operasyonên noqteyî kadir û berpirsên PKK/KCK (YPG) hatine û tên kuștin.

Pustên heman beş