Rêveberîya Xweser: Bê nan jiyan dibe, bê Apo jiyan nabe!!

reveberiya-xewser-pyd-pkk-ocalan-qamishlo-net

Rêveberîya Xweser û Partîya Yekêtîya Demokratîk, duh meşek li Qamişlo ji boy Ocalan saz kir û li jêr gefxwarina qutkirina nan û xazê, welatî tevlî meşê kirin û berê wan dan stadyoma bajar.

Rêveberîya Xweser û PYDe, baskên PKKê yên Rojavayê Kurdistanê, duh roja çarşemî 10/5/2023 meşek li jêr derewa bi navê “rakirina tecrîda li ser Ebdulla Ocalan” li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li darxist û bi darê zorê û li jêr tehdîda birîna behra nanî û xazê bi sedan welatiyên bajar tevlî meşê bûn.

Çavkaniyên “Darka Mazî” yên li Rojavayê Kurdistanê, karîn nameyên dengî ên kadroyên PYDê û karmendên Rêveberîya Xweser dest xwe bixin ku bi rîya “WhatsApp ê” bo welatiyên Qamişlo şandine û tê de ew welatî tên tehdîd kirin ku ger roja çarşemî 10/5 tevlî meşa ji boy Ocalan nebin, wê behra wan ya nan û xazê ji wan were qut kirin.

Her wiha destnîşan kir ku nameyên dengî ji PYDê û Rêveberîya Xweser ji boy sedan malbatên Qamişlo hatine şandin û ew ji neçarî û tirsa qutkirina behra xwe ya nan tevlî meşê bûne.

PYDê wêneyên zilamê Îmraliyê xistine di destên wan de û slogana “bê Apo bê serok jiyan nabe” dane gotin.

Rêxistona PKKê, 24 sale li jêr derewa bi navê “rakirona tecrîda li ser Apo” gelê Kurd di xapîne û wisa dide xweya kirin ku rêberê wan li Îmraliyê li jêr îşkenceyê ye, lêbelê Ocalan li sala 1999an bi kêfa dilê xwe vegerî Tirkiyê û hêjan di balafirê de bû wexta ji efserên MITê re gotî: “Ez amademe xizmetê bikim, dîya min Tirke” !.

Ebdulla Ocalan, ji sala 1999ê ve weke mîr û sultanan di Îmraliyê de razaye û ji wir rêxistina xwe li dijî Kurdistanê erikdar kirî ye û tu tiştekî bi navê îşkence û tecrîd li ser wî tune.

Pustên heman beş