Hêzên Sûriya Demokratîk zarokeke din ji bajarê Reqayê revand

Hêzên Sûriya Demokratîk zarokeke din ji bajarê Reqayê revand

Duh roja Çarşemî 10 Gulana 2023 tora Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirovan ragihand ku endamên hêzên Sûriya demokratîk (HSD) zarokek li bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê revandiye daku bi darê zorê wê bikin leşker.

Tora Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirovan di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku endamên “HSD” keça 16 salî ya bi navê (Wfa Zîyab Ehmed El-Ecîl), ji bajarê Reqayê revand û bi darê zorê ew birin kampên leşkerkirina zarokan.

Her weha tekez kir, “HSD” hîna jî binpêkirinên xweyên li dijî sivîl û zarokan berdewam dike, û zarokan digre û direvîne, wan digihîne kampên tecnîdkirinê.

Rêxistnê diyar kir ku keç birin herêma El-Hebaya li gundewarê bakurê Reqayê, ji bo ku ew leşkeriyê bike.

Berya niha zarokekî kurd ji bajarê Kobanêyê Rojavayê Kurdistanê jî revandibû, bavê zarok parêzere di rêveberiya PYD’ê de.

Torê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên zarokan kir ku erkên xwe bi cih bînin, zarokan biparêzin, û fişarê li ser “HSD” bikin ji bo rawestandina revandina zarokan û nehêlana wan di şerên leşkerî de, û tekezî li ser pêwîstiya vegera hemû zarokên revandî kir ji malbatên wan re.

Ji dema ku PYD’ê desthilatdarî li Rojavayê Kurdistanê ji rejîma Sûriyê wergirtiye, berdewam zarokan direvîne da ku tevlî şerên xweyên bi birêkarî li şûna rejîma Esed de bikin, ta niha 11 hezar ji ciwan kurdan di şerên bajarên Erebî de kirine qurbanî.

 

Pustên heman beş