Leşkerekî Tirkiyê di operasyonê de hat kuştin

Muhammed-Küçük'ün-pkk-turkey-info

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li navçeya “Operasyona Pençe-Kilît” a di nav axa Herêma Kurdistanê leşkerekî wan ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di 12ê Gulana 2023an de li navçeya “Operasyona Pençe-Kilît” a li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan ê bi navê Muhammed Kuçuk di encama, gulebarana PKKê de hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di bersivdana gulebarana PKKê de 2 endamên PKKê hatine kuştin.

Operasyona “Pence-Kilît”, di 18ê Nîsana 2022an de li navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê hatibû destpêkirin.

Pustên heman beş