MITê berpirsê Holê yê PKKê kuşt

Heyder Demirel-pkk-mit-hol

Istixbaratê dewleta Tirk di operasyonekê de li bakurê Sûryê, Heyder Demirel berpirsyarê giştî yê eyaleta Holê ya rêxistina PKKê kuşt.

Li gor agahiyên ajansa Anadolê ku îro roja şemî 13/5/2023ê parvekirine, Heyder Demirel berpirsê PKKê yê bi kodnavê “Bager Tirk” wekî berpirsiyarê giştî yê eyaleta Holê, li Tel Hemîs ya li bakurê Sûryê hate kuştin.

Heyder Demirel di sala 1993an de tevlî PKKê bûye û di navbera salên 1993-1994an de ji rêberê PKKê Abdulla Ocalan perwerde dîtiye.

Di sala 2000ê de li Qendîlê dibe berpirsiyar, di sala 2013an da diçe Zapê û di sala 2014an da jî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

MItê di 4ê gulanê da li çiyayê Garê kuştina Ehmed Gumuşê berpirsê meşqa hêzên PKKê û di 5ê gulanê da jî Nêçîrvan Sevenû berpirsê hêza lojîstîk ya taybet ragehandbû û di 7ê gulanê da kuştina berpirsê hêza taybet Zerdeşt Karadenîz ragehandbû, herweha di 10 gulanê de kuştina Denîz Behrî berpirsê hêza taybet ya tîma hewavanîyê, li heman rojê berpirsê poste û gehandinê yê hêzên taybet yê PKKê Muslum Urper di êrîşeke MITê de hatiye kuştin.

Rêxistina PKKê derbarê van fermandarên xwe yên ku Tirkiyê kuştina wan bi wêne ve parvekirî, tenê dibêje Tirkiye derewan dike.

Pustên heman beş