Ebdî Nasan yekem şehîdê piroseya terorkirina siyasî ya bi destê PKK’ê ye

Ebdî Nasan yekem şehîdê piroseya terorkirina siyasî ya bi destê PKK’ê ye

Şirovekarên siyasî û çavdêr tekez dikin ku yekem piroseya terorkirina siyasî li Rojavayê Kurdistanê, ku bi destê PKKê li bajarê Kobanê hatiye encamdan sala 1985an de bû.

Yekem qurbaniya piroseya terorkirina siyasî di bestê PKKê xebatkarê kurd Ebdî Nasan e, ku di 11 Gulana 1985 de bi pilaneke ji rêjîma Sûriyê û bo destên PKKê hat terorkirin.

Ebdî Nasan sala 1947an ji dayîk bûye, ji yek ji zanîngehên Turkiyê beşê Dermansaziyê derçû, li bajarê Kobanê dermanxaneyeke wî hebû.

Sala 1978 tevlî tevgera siyasî bû, bi reftar û rewişta xwe ya pak di civaka kurdî de dihat naskirin, her dem berevanî di ber doza kurdî û mafê rewa yê gelê kurd de dikir, banga yekrêziya navmala kurdî dikir.

Yek ji helwêstên wî ew bû ku divê kurd bi oposizyonê re bibin yekdeng li hember rêjîma stemkar kar bikin, lewma bû armanca rêjîma Sûriyê û PKK’ê.

Di mala xwe de pêşwaziya Ebdulah Ocelan serokê PKKê kir, lê piştî şehîd kirin, PKKê destê xwe danî ser mala wî.

Di 11ê Gulana 1985an de hat terorkirin, bi wê yekê dibe yekem piroseya terorkirina siyasî bi destê PKKê li Rojavayê Kurdistanê.

Pustên heman beş