Çima serokwezîrê Îraqê serdana Şengalê nekir

Çima serokwezîrê Îraqê serdana Şengalê nekir

PKK’ê careke din Êzdiyên Şengalê ji boy berjewendîya xwe bikar anîn û nehişt serokwezîrê Îraqê serdana Şengalê bike.

Mihemed Şiya Sûdanî pilankiribû li roja 12/5/2023 saet 10 sibehê serdana Şengalê bike, lêbelê bi sedema pîlaneke PKK’ê ku weke her car êzdî materyalên wê planê bûn, ev serdana serokwezîr hat hilweşandin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin ku rêveberiya bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê û heyeta Eşîran û partiya PAD’ê û Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê baskên PKK’ê yên di Şengalê de, beriya serdana serokwezîr Sûdanî girseya xwe ya li Şengalê kom kir û nehiştin serdana serokwezîr bê encam dayîn.

Herweha destnîşan kir, pêşî serdanê fermandarê firqeya 20 û rayedarên saziyên ewlehî û îstixbaratê yên Îraqê bi nûnerên PKK’ê yên li Şengalê re civîn pêkanîn, lê belê ev civîn bê encam bû û bi vê sedemê serokwezîrê Sûdanî vegerî Bexdayê û serdana xwe ya ji boy Şengalê hilweşand.

Sûdanî ti amaje bi sedema hilweşandina serdanê nekir û tenê go ku ji ber rewşa seqayê xerab serdan hat hilweşandin.

Pirs eve, gelo çawa dibe ku serokwezîrê Îraqê ku li heman demê de fermandarê giştî yê hêzên çekdarên dewletê ye nekare serdana bajareke wilat bike ku hêjan birîndara destê terora DAIŞê ye û saziyên dewletê tê de tune ne?

Ya rast PKK’ê Şengal dagîrkirî ye û rewşeke wusa lê çêkiriye ku ji mafên meşrû yên gelê Şengalê bihêztir e û Bexda ku navenda biryarê ye li ser vê sitema ku PKK’e li gelê Şengalê dike dengê xwe nake.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Îraqê li Oktobera 2020an peymana Şengalê îmze kir û li gorî wê Şengal wê were avedankirin û hemû awareyên êzdî wê vegerin warê xwe û PKK’e wê ji Şengalê were derxistin û li cîhê wan hêzeke ewlehiyê ji ciwanên Êzidiyan wê ewlehîya Şengalê biparêze, lê belê PKK’ê nehişt peyman were cîbicî kirin ji bo ku bikare ecindaya dewleta Îranê û mîhwerê muqawemê li wê navçeyê cîbicî bike.

Pustên heman beş