PKK li Reqayê zarokekî din revand

PKK li Reqayê zarokekî din revand

Çavkaniyên Mafên Mirovan eşkere kirin ku mîlîşyayên bi navê “Ciwanên Şoreşger”yên bi serperiştiya kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tev digerin zaroyek temen biçûk li bajarê Reqa li Bakurê Sûriyê revand, da ku wî bi darê zorê leşker bikin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ciwanên Şoreşgerên ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve zarokê bi navê Mihemed Nûr Ehmed Remezan yê 16 salî ku ji bajarê Reqayê ye revandin û ew birin kampên tecnîdkirina zarokan.

Her weha vê tora çavdêriya mafên mirovan ragihand, “tevî hewildanên malbata wî ji bo lêgerîna wî û serî lêdan li hemû dezgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, lê wan red kir ku wî zarokî ji malbata wî re vegerînin.”

Toreyê tekez kir, “(HSD) hîn jî binpêkirinên xweyên li dijî sivîl û zarokan didomîne, û zarokan digre û direvîne û wan digihîne kampên tecnîdkirinê û wan neçarî şerên leşkerî dike.”

Toreyê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên zarokan kir ku erkên xwe bi cih bînin, zarokan biparêzin, û fişarê li HSD’ê bikin da ku revandina zarokan rawestîne û wan tevlî kiryarên leşkerî neke, û tekezî li ser pêwîstiya vegerandina hemû zarokên revandî ji malbatên wan re kir.

Pustên heman beş